Keleha Rebetê, yek ji avahiyên dîrokî yên herî balkêş ên navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ye ku bi mîmariya xwe ya bêhempa, cihê xwe yê stratejîk û dîroka xwe ya kûr balê dikişîne. Ev kele, li ser girekî bilind hatiye avakirin, lê niha wekî xirbeyekî bêxwedî û bêkes ber bi wendabûnê ve diçe. Di heman demê de, li newala wê ya dorpêçkirî xirbeyên bajarekî kevnar hene ku bi vê kelê re di nav kelehên herêmê de bi cihekî taybetî bi cih dike. Sed heyf û mixabin, ev kele û xirbeyên derdora wê bêparastin û lome maye.
Li ser Keleha Rebetê gelek çîrok û çîvanok hatine gotin ku bi rêya şevbihêrk û meselokan heta roja me ya îro hatine. Dema mirov rastiya dîrokî û şûnwarên Kela Rebetê bi van çîrok û çîvanokan re bide ber hev, qanih nabe. Ji ber ku mîmarî û bermahiyên kelê, şaristaniyeke kûr, dewlemend û bêdem nîşan didin.
Kela Rebetê li gundê Rebetê yê navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ye ku bi qasî 15 kîlometreyan li rojavayê navendê dûr dikeve. Ev kele li ser girekî bi bilindahiya 150 metreyan hatiye avakirin. Bi vê pozîsyona xwe ji bo parastinê avantajeke stratejîk dide xûyakirin. Li kêleka kelê newaleke teng heye ku tê de xirbeyên bajarekî kevnar tê dîtin. Girê ku kele lê ye, bi kevirên xwezayî hatiye lêkirin. Ev yek nîşan dide ku avakariya kelê bi teknîkên mîmariyê yên pêşketî hatiye lêkirin.
Dîroka Kela Rebetê
Dîroka avakirina Kela Rebetê bi temamî ne zelal e, ji ber ku çavkaniyên dîrokî yên têkildar kêm in. Lê belê, tê texmînkirin ku kele beriya serdema Artûkiyan hatiye çêkirin ku dibe bigihîje serdema Roma, Bîzans, Sasanî an jî heta Mîtaniyan. Artûkî ku di sedsalên 11-12’an de li herêma Mêrdînê desthilatdar bûn, dibe ku hin restorekirin an zêdekirin li ser kiribin û ev kele ji bo armancên leşkerî û îdarî bikar anî be. Ev restorekirin an zêdekirin, nayê wê manê ku bermahiyên wan be. Bo wê divê çav li beriya Artûkliya bê gerandin, ne dema Artûkliyan.
Ji ber nêzîkbûna xwe ya ji rêyên bazirganiyê yên kevnar û sînorên di navbera deşt û çiyayan de, Kela Rebetê bi her awayê xwe wekî navendeke leşkerî, parastinê an kontrolkirina rêyên bazirganiyê hatiye bikaranîn, nîşan dide. Xirbeyên li newala derdorê jî dide xûyan ku li vê herêmê jiyaneke civakî û aborî ya girîng hebûye.
Mîmariya Kela Rebetê
Kela Rebetê bi avahiyên xwe yên bihêz û sêwirana xwe ya mîtolojîk, di nav kelehên herêmê de cihê xwe digire û bi gelek aliyan ve dişibe Kela Zêrzewanê. Taybetmendiyên wê yên mîmarî wiha ne:
Rûbera kelê bi qasî 1500 metreyan e, ev nîşan dide ku li ser qadeke fireh hatiye avakirin û di dema xwe de bingeha şaristaniyeke girîng bûye. Di kelê de 15 bircên parastinê û 4 cihên çavdêriyên hene ku bilindahiya bircan digihîje 15 metreyan. Bilindahiya bedenan jî li hin cihan 10 heta 20 metreyan e.
Du deriyên sereke yên kelê hene; yek li aliyê rojava û yek jî li aliyê rojhilat e. Ev derî wekî cihên ketin û derketinê yên sereke ne. Li ber deriyekî serê du şêrên kevirîn wekî xemleke sembolîk lê hene.
Dema mirov ji deriyê rojava dikeve hundir, tê dîtin ku kele bi du bircên parastinê yên din hatiye dorpêçkirin. Ev birc bi deriyên hundirîn ve girêdayî ne ku ev yek wekî pergaleke parastinê ya bi hêz nîşan dide. Ev avahî, li gor stratijiya wê demê nahêle ku di dema êrîşan de di nav kelê de dijmin bi hêsanî pêşde biçe.
Hundirê kelê wekî meydanekê xuya dike û gelek avahî di binê erdê de hatine çêkirin. Dibe ku ev avahiyên binerdê ji bo parastina li hember êrîşên derve an şert û mercên xwezayî yên dijwar hatibin avakirin.
Di hundirê kelê de stûnên xemilandî û serê şêran têne dîtin ku ev nîşan dide kele ne tenê ji bo armancên leşkerî, her wiha ji bo armancên hunerî û sembolîk jî hatiye bikaranîn.
Xirbeyên li derdorê û di nav de nîşan didin ku enbarên zexîreyan, sarincên avê û avahiyên din hîn jî li ser lingan mane ku ev yek jî mîmariya pêşketî ya kelê nîşan dide.
Xirbeyên li Newalê
Li newala li binê kelê, xirbeyên bajarekî kevnar hene ku tê texmînkirin bi kelê re têkildar in. Ev xirbe dibe ku ji avahiyên niştecihbûnê, bazar an avahiyên îdarî yên şaristaniya wê demê pêk tên. Têkiliya di navbera kelê û van xirbeyan de gelek gorên biryardariyê ku hene, nîşan dide ku Kela Rebetê ne tenê navendeke leşkerî, her wiha navendeke aborî, jîngehî û civakî ya herêmê bûye. Lêkolînên arkeolojîk ên li ser van xirbeyan hîn bi tu awayî nehatine kirin. Ger bêne kirin, dibe ku dîroka herêmê bi awayekî zelaltir ronî bikin û gelek tiştên heyî pê re bêne eşkerekirin û guhertin.
Kela Rebetê, bi mîmariya xwe ya bi hêz, pozîsyona xwe ya stratejîk û dîroka xwe ya kûr, xezîneyek dîrokî ya Dêrika Çiyayê Mazî ye. Her çend agahiyên li ser dîroka wê kêm bin jî, avahî û xirbeyên derdorê nîşan didin ku ev di dîrokê de bi şaristaniyeke girîng ve girêdayî ye. Berî ku ev mîrasa dîrokî wekî Kela Zêrzewanê hêmanên wê yên resen bê guhertin an wenda bibe, pêdivî bi lêkolînên arkeolojîk ên berfireh û xebatên parastinê heye. Xebatek bi vî rengî dikare li ser dîroka kelê agahiyên zêdetir derxîne holê û potansiyela wê ya dîrokî nîşan bide.
Kela Rebetê, her çend îro wekî kavilekî bêxwedî xuya bike jî, bi avahiya xwe ya bi hêz û dîroka xwe ya kûr yek ji sembolên girîng ên Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ye. Ji bo ku ev şaristaniya kevnar neyê jibîrkirin û berî ku birc û kelehên tar û marbûyî winda bibe, divê xwedî li vê xezîneya dîrokî bê derketin û bê parastin.